Rûsyayê di derbarê Ukraynayê de hişyari da Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325584-rûsyayê_di_derbarê_ukraynayê_de_hişyari_da_tirkiyê
 Cîgirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got “Bê guman, gotegotên ku firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê li Donbassê hatine dîtin ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2021 03:19 Asia/Tehran
  • Rûsyayê di derbarê Ukraynayê de hişyari da Tirkiyê

 Cîgirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got “Bê guman, gotegotên ku firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê li Donbassê hatine dîtin ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye.”

Rûsya di derbarê şandina firokeyên bêpîlot ji bo Ukraynanê di du rojan de du hişyarî dan Tirkiyê.

Piştî Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Ryabkov jî mijara firokeyên bêpîlot anî rojevê.

Sergey Ryabkov dibêje “Nûçeyên ku firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê li Donbassê hatine dîtin ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye. Di derbarê wan nûçeyan de di hevdîtinên dualî de bi Tirkiyê re gotûbêj kirine.”

Di derbarê bikaranîna firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê ji aliyê Ukraynayê ve Ryabkov wiha got “Bi Tirkiyê re peywendiyên me yên normal yên piralî hene, lê ne asan in. Hemû mijar di hevdîtinan de têne gotubêjkirin. Şandina hemû berhemên Tirkiyê yên wekî çek û sîlah û balafirên bêpîlot, ji bo welatên din pirsgirêkeke ciddî ye. Hinek tiştan ji me distînin, hinek hilberînên xwe bi xwe difroşin. Kontrolkirina hinardekirinê jî di nav de di derbarê vê de prosedurên eşkere hene, ev hemû tên gotûbêjkirin. Em pirsgirêkên wekhev bi rêyên xwe yên kanalên dualî nîqaş dikin û dinirxînin.”

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bang li Tirkiyê kiribû û gotibû “xwe ji gavên ku meyla serbazî ya Hikûmeta Ukraynayê bihêz dikin, dûr bixin.”

Herwiha berê jî cigirê serokê komiteya ewlehiya netewî ya parlamenta Ukraynayê Yuriy Misyagin ragihandibû ku firokeyeke bêfirokevan ya bi çek ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye çêkirin, di ser Donbassê de firiyaye.