Bi dehan endamên Mafyayê li Tirkiyê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325489-bi_dehan_endamên_mafyayê_li_tirkiyê_hatin_girtin
Polîsê Tirkiyê 63 endamên Mafyaya vî welatî girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Bi dehan endamên Mafyayê li Tirkiyê hatin girtin

Polîsê Tirkiyê 63 endamên Mafyaya vî welatî girtin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di vê operasiyonê da ku li pênc parêzgehên Tirkiyê pêk hat, 63 endamên Mafyaya vî welatî bi serkirdayetiya Sedat Peker serokê komên mafya li Tirkiyê hatin girtin.

Tê gotin Sedat Peker li derveyî Tirkiyê ye.

Banda çetetiya Sedat Peker ji nîveka duyem a dehika 1990î va beşdarî sûcên cûrbecûr ji wan gefxwarin û tirsandin, kuştin, bacgirtin, diravşûştin, qaçaxa madeyên hişber û hwd bûye.