Bi dehan endamên Mafyayê li Tirkiyê hatin girtin
Nîsan 09, 2021 15:18 Asia/Tehran
Polîsê Tirkiyê 63 endamên Mafyaya vî welatî girtin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di vê operasiyonê da ku li pênc parêzgehên Tirkiyê pêk hat, 63 endamên Mafyaya vî welatî bi serkirdayetiya Sedat Peker serokê komên mafya li Tirkiyê hatin girtin.
Tê gotin Sedat Peker li derveyî Tirkiyê ye.
Banda çetetiya Sedat Peker ji nîveka duyem a dehika 1990î va beşdarî sûcên cûrbecûr ji wan gefxwarin û tirsandin, kuştin, bacgirtin, diravşûştin, qaçaxa madeyên hişber û hwd bûye.