Nîsan 09, 2021 00:47 Asia/Tehran
  • Jordaçûna jimara miriyên Koronayê li Tirkiyê-258 mirî ji ber vê nexweşiyê

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku li vî welatî di 24 saetên dawîn de 55 hezar û 941 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin, herwiha 258 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja 08.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 setên derbasbûyî de 55 hezar û 941 kesên din bi Koronayê ketine, herwiha îro 258 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê mirine. Herwiha 37 hezar û 914 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 689 hezar û 866 kesan û 33 hezar û 201 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 232 hezar û 892 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Serepeyv