Li Tirkiyê 211 kesên din bi Koronayê mirin
Nîsan 07, 2021 04:23 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 49 hezar û 584 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 211 kes jî bi Koronayê mirine.
Duh roja sêşemê 06.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê aşkere kir di heyama 24 saetên borî de 49 hezar û 584 kes bi Koronayê ketine.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê 211 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê mirine. Herwiha 28 hezar û 498 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Herwiha heta niha li Tirkiyê jimareya pêketiyan gihîştiye 3 milyon û 579 hezar û 185 kesan û 32 hezar û 667 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha heta niha 3 milyon û 159 hezar û 475 kes jî ji vîrusê baş bûne.