Li Tirkiyê 211 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325428-li_tirkiyê_211_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 49 hezar û 584 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 211 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2021 04:23 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 211 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 49 hezar û 584 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 211 kes jî bi Koronayê mirine.

Duh roja sêşemê 06.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê aşkere kir di heyama 24 saetên borî de 49 hezar û 584 kes bi Koronayê ketine.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê 211 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê mirine. Herwiha 28 hezar û 498 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê jimareya pêketiyan gihîştiye 3 milyon û 579 hezar û 185 kesan û 32 hezar û 667 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha heta niha 3 milyon û 159 hezar û 475 kes jî ji vîrusê baş bûne.