Li Tirkiyê 71 kes bi koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324964-li_tirkiyê_71_kes_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 16 hezar û 749 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 71 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 71 kes bi koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 16 hezar û 749 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 71 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 158 hezar û 386 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 16 hezar û 749 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 71 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 17 hezar û 893 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 911 hezar û 642 kesan û 29 hezar û 623 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 734 hezar û 862 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 35 milyon û 435 hezar û 502 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.