Tirkiye eşkerkirinên Parlemana Ewropayê darbarê binpêkirinên li Sûriyê înkar dike
Wezareta Derve ya Tirkiyê eşkerekirinên Perlemana Ewropa red kir û îdia kir ku operasyonên wê li Sûriyê bûne sedema vegera 420 hezar welatiyên wê.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand: "Tohmetên ku Parlemana Ewropa di derbarê Sûriyê de arasteyî Tirkiyê kirine dûrî rastiyê ne û tenê Tirkiye ye ku bi milyonan welatiyên Sûriyê vehewandiye."
Tirkiyê îdia dike ku operasyonên wê yên serbazî li bakurê Sûriyê li gorî madeya 51 ya netewyên Yekbûyî pêk hatine û ji bo berevaniyê bûye.
Wezareta derve ya Tirkiyê herwiha got, piştî operasyonên wê li bakurê Sûriyê 420 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê û daxwaz ji ewropa kir ji metirsiyên Tirkiyê fêm bike.
Ev gotinên wezareta derve ya Tirkiyê di rewşekê de ne ku vî welatî kesên hanê li mal û warên kurdên Sûriyê ku bi darê zorê ew dane koçandin bi cih kirine.
Di Lijneya giştî ya Parlemana Ewropayê de ku Tirkiyê wek dagirker binav kiribû wiha hatibû gotin.
“Tirkiye, axa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da bû, di Cotmeha 2019an de tevî dagirkirinê, li dijî hiqûqa navdewletî ji bo ku êrişî deverên bakurê welêt bike, ku bi piraniya wê ji warên niştecihên kurdên Sûriyê pêk tê, ji 2016an vir de raste rast destwerdana Sûriyê dike. Ji ber van hewlên Tirkiyê hinek endamên Yekîtiya Ewropayê firotina çekan bo Tirkiyê bi fermî dane sekinandin.”
Herwiha di biryarê de agahiyên derbarê ku Tirkiyê leşkerên kirêgirtî yên ku şandine Qerebaxê jî hene.