Adar 12, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Berfê rêyên 781 gundên Kurdan li Tirkiyê girtin

Li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê berfeke giran bariya û di encamê de li 5 parêzgehan kurdnişîn rêyên 781 gund û cihên niştecîbûnê hatine girtin.

Şeva borî pêleke berfê li çend parêzgehên Kurdan ên Tirkiyê da ber xwe. Li sînorê Erziromê berfê rêya hatûçûna 592 gundan girtin.

Tîmên ser bi şaredariya mezin a Erziromê dest bi kar kirine bo rakirina berfê. Li parêzgeha Qersê rêya 67 gund, Çewlîg 56 li Erdexan û li Idir jî rêya 33 gundan hatine girtin.

Rêveberê Rê û Veguhastinê li Bedlîsê Umît Kurtkan jî ragihand, ji ber ketina berfa giran rêyên 14 gundên wî bajarê kurdnişîn hatine girtin.

Kurtkan tekez kir ku xebatên wan berdewam in dê di nava demeke kurt de rêyên wan gundan bên vekirin.

Serepeyv