Li Tirkiyê 140 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihand ku di 24 saetên borî de 140 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê tabloya roja Yekşemê 24ê Çile ya nexweşên Covid-19ê eşkere kir. Di 24 saetên derbasbûyî de 148 hezar û 425 test hatine kirin û bi giştî hejmara testên hatine kirin gehişte 28 milyon û 497 hezar û 84an.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye ku di 24 saetên borî de 5 hezar û 277 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine, 140 kesan canê xwe ji dest dane, 5 hezar û 860 kes baş bûne û 684 nexweş jî di bin çavdêriya hûr de ne.
Li gor Wezareta Tendirûstiya Tirkiyê, heta niha li vî welatî 28 milyon û 497 hezar û 84 test hatine kirin, 2 milyon û 429 hezar û 605 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 25 hezar û 73 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, hezar û 905 kes di bin çavdêriya hûr de ne û 2 milyon û 307 hezar û 721 nexweş jî baş bûne.