Çile 22, 2021 20:13 Asia/Tehran
  • Erdogan gef xwar destwerdana leşkerî li Şingalê bike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gef xwar, ku Tirkiye dê ji bo derxistina PKKê operasyonekê li qezaya Şingalê bike.

Receb Teyib Erdogan piştî nimêja Îniyê û derketina ji mizgeftekê li Stenbolê, di daxuyaniya bo medyayan de ew gaf xwar.

Erdogan got, “Gotineke min a hertimî heye, renge şevekê ji nişka ve em bên”, weke amajeyek ji bo egera encamdana operasyoneke leşkerî li qezaya Şingalê ya ser bi parêzgeha Mûsil a Iraqê ve.

Di bersiva pirsekê de li ser daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku gotibû, “eger Iraq daxwaza alîkariyê li me bike em amade ne alîkariyê bidin”, Erdogan destnîşan kir, “Tirkiye hem niha û hem jî di demên berê de amade bûye ji bo encamdana operasyona hevbeş.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Duşemê 18ê Çileya 2021an serdana Iraqê kiribû û li Bexdayê bi rayedarên Iraqî û li Hewlêrê jî bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbûn û mijara hebûna PKKê li Şingalê û derxistina çekdarên wê partiyê ji Şingalê bi rayedarên Iraqî û Herêmê re gotûbêj kiribû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna li gel Akar de ragihandibû, Iraq şiyana wê yekê heye ku dawî li wan gefên li ser Tirkiyê bîne ku ji axa Iraqê ve tên kirin. Kazimî gotibû, “em rê nadin axa Iraqê ji bo gefkirina li Tirkiyê bê bikaranîn”.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar her heman rojê serdana Herêma Kurdistanê jî kiribû û li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civîn pêk anîbûn. li van hevdîtina Karbidestên Herêma Kurdistanê û Akar li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina hêzên ser bi  PKKê li Şingalê sekinîn.

Serepeyv