Li Tirkiyê zam û krîza aborî zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322973-li_tirkiyê_zam_û_krîza_aborî_zêde_dibe
Krîza aboriyê ya xerabtir û di vî halî de amarên bêhêvker, rewşeke tarî derbarê zamê li Tirkiyê radixe ber çavan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2021 20:09 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê zam û krîza aborî zêde dibe

Krîza aboriyê ya xerabtir û di vî halî de amarên bêhêvker, rewşeke tarî derbarê zamê li Tirkiyê radixe ber çavan.

Li gorî IRIB Newsê, krîza aborî û hilweşîna lîreyê Tirkî di heman demê de pêngavên dîktatorî û destwerdanên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, rewşa vî welatî ber bi xirabî û xitimînê di derbarê aborî de biriye, bi awayekî ku amara salyane ya zam û enflasyona bazarê nîşan dide ku hejmara zamê di Kanûnê de % 14.6 bû ku ji Tebaxa 2019-an heya vê demê di asta herî bilind de ye ku hatiye tomar kirin.

Di vê navberê de, Banka Navendî ya Tirkiyê di hewildanên xwe ji bo kêmkirina zamê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû ye.

Di vê çarçovê de, daxuyaniyên Banka Navendî ya Tirkiyê nîşan didin ku gelên vî welatî baweriya xwe bi diravê Tirkiyê naynin.

Daxuyaniyên nû yên îstatîstîkî yên li ser enflasyona Tirkiyê têkçûna polîtîkayên wê yên darayî nîşan dide.

Di vê navberê de, Erdogan destwerdana di karûbarên saziyên darayî yên Tirkiyê de didomîne; bi awayekî ku di mehên vê dawî de gelek rapor diyar dikin ku ew talankirina milk û malên hikûmetê û bikaranîna wan ji bo berjiwendiyên xwe didomîne.