Semsûr - Di nav 5 salan da 530 hezar kes çûn serdana Çiyayê Nemrûdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322927-semsûr_di_nav_5_salan_da_530_hezar_kes_çûn_serdana_Çiyayê_nemrûdê
Çiyayê Nemrûdê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û ji deverên herî xweş ên hilhatin û avabûna rojê lê tê temaşekirin tê hesibandin di nav 5 salan da 530 hezar turîst ezimand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2021 05:22 Asia/Tehran
  • Semsûr - Di nav 5 salan da 530 hezar kes çûn serdana Çiyayê Nemrûdê

Çiyayê Nemrûdê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û ji deverên herî xweş ên hilhatin û avabûna rojê lê tê temaşekirin tê hesibandin di nav 5 salan da 530 hezar turîst ezimand.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Çiyayê Nemrûdê yê li Kehtaya navçeya Semsûrê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê cî digire û hezar û 206 metre bilind e di nav 5 salan da xwemalî û biyanî tev 530 hezar turîst ezimand.

Çiyayê Nemrûdê yê ku li ser girê 150 metre firehiya wê û 50 metre jî bilindahiya wê ye peykerên qirase hene li ser xwe bermayiyên şaristaniyekê dihewîne.

Herêm wek qada parka netewyî di bin parastinê da ye û her sal xwemalî û biyanî bi hezaran turîstî diezimîne.

Ziyaretvanên ku dixwazin hilatin û qulibîna rojê û peykerên qirase bibînin piştî meşa 800 metreyî û rêwîtiya 40 deqîqeyî dewam dike derdikevin serê çiyê. Mazûvanên derdikevin serê çiyê ji bo dîmenên li bin piyê wan wek xalîçeyek raxistiye wek bîranîn qeyd dikin û têra dilê xwe wêneyan dikişînin.

Di sala 2016an da nêzî 50 hezar, di sala 2017an da 100 hezar, di sala 2018an da 130 hezar, di sala 2019an da 200 hezar û di sala 2020î da jî ji ber şewba Kovîd-19ê 50 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.