Walîtiya Colemergê li wan leşkeran ku li Ekîncî dan xwedî derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322777-walîtiya_colemergê_li_wan_leşkeran_ku_li_ekîncî_dan_xwedî_derket
Reşît Ekîncî û komeke hevalê xwe çûbûne seyranê û leşkerên Tirkiyê li Ekîncî dabû. Walîtiya Colmergê li wan leşkeran xwedî derket ji wan berevanî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2021 15:50 Asia/Tehran
  • Walîtiya Colemergê li wan leşkeran ku li Ekîncî dan xwedî derket

Reşît Ekîncî û komeke hevalê xwe çûbûne seyranê û leşkerên Tirkiyê li Ekîncî dabû. Walîtiya Colmergê li wan leşkeran xwedî derket ji wan berevanî kir.

Walîtiya Colemergê têkilî êrîşa leşkerên Tirkiyê yha li gundê Çemerûkê ya Colemergê ya li ser Reşît Ekîncî daxuyanî da.

Walîtiya Colmergê di daxuyaniyê de xwedî leşkeran derket û amaje pê kir, cihê ku Ekîncî û hevalên wî lê seyran dikirin nêzî herêma leşkerî ye, leşkeran bi mebesta ku wêne neyên girtin, pêşî li rûdanên ku weke qeçaxiyê gefê li ewlehiya sînor dixwin bigirin, ''dengê xwe li wan kirine da ku ji herêmê dûr bikevin.'' Walîtiyê her wiha got piştî tevlîheviya bûyî leşkeran ji bo 'hişyariyê'' fîşek bi hewayê de berdane.