Kanûn 23, 2020 14:34 Asia/Tehran
  •  Li Wanê qalibên tekerên erebeyan ên ji heyama Urartuyan hatin dîtin

Li Erdîşa navçeya Wanê di xebatên li ser erdê da qadên jiyanê yên ji heyamên berê mane û kevirên kolandî yên wekî qalibê tekerên erebeyên hespan û şer hatin dîtin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gelek ciyên Wana ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye di xebatên vekolanê û lêkolînên ser erdê da agahiyên dîroka bajêr ronî dikin derdikevin holê.

Li bajêr li dora Keleha Wanê, Keleha Çawîştepeyê û nekropolê, Keleha Ayanîsê gelek tiştên dîrokî yên ji heyama Uratuyan hatin dîtin û xebatên vekolanê yên teze jî dewam dikin.

Erol Usluyê Midûrê Muzeya Wanê û Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê di vê çarçoveyê da li gundê Ulupamîrê yê 30 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr lêkolîn kirin.

Di xebatên li bintara gir û zinarên Sariyê hatin kirin da bermayiyên mîmarî yên heyamên berê, dîzik, kuz û parçeyên seramîk, merzelên hatine xirabkirin û kevirên kolandî yên wekî qalibê tekerên erebeyên hespan ên ji heyama Urartuyan hatin dîtin.

Midûriyeta Muzeya Wanê û Seroktiya Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji bo tescîlkirina bermayiyan xebat dan destpêkirin.

Prof. Dr. Çavuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi Erol Usluyê Midûrê Muzeya Wanê ra li herêma zinarên Sariyê xebat kirin û wargeh tesbît kirin.

Çavuşoglu got li geliyê bintara gir berhem û bermamiyên ji heyamên berê dîtin û wiha pê da çû:

"Li qada girê zinarên Sariyê me bermayiya ji kevir kolane dît. Em ji kelehên Urartuyan vî şiklî dizanin. Der barê qalibên kevirîn da çend fikir hene. Hinek dibêjin ev dînî ne. Hinekên din jî dibêjin ev qalibên tekerên erebeyan in. Darên şil dixin hûndirê qaliban û dema hişk dibin jî tên derxistin. Li herêmê 5ê wan saxlem 10 qalib hatin dîtin. Li berpala gir jî merzelên ji heyama Urartuyan hatin dîtin. Lê kesên li xizneyê digerin merzel xirab kirine. Bermayî qasî 2 hezar û 800 sal ji berê mane."

 

 

Serepeyv