Li Wan, Mûş, Bidlîs û Colemêrgê kuçe û kolan xalî man
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322471-li_wan_mûş_bidlîs_û_colemêrgê_kuçe_û_kolan_xalî_man
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Wan, Mûş, Bidlîs û Colemêrgê kuçe û kolan bêdeng in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2020 04:19 Asia/Tehran
  •  Li Wan, Mûş, Bidlîs û Colemêrgê kuçe û kolan xalî man

Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Wan, Mûş, Bidlîs û Colemêrgê kuçe û kolan bêdeng in.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Wanê kargehên ku ji sînordarkirinê muaf in, şixulê xwe didomînin û her wiha şêniyên bajêr jî pabendî sînordarkirinê dibin.

Ekîbên polêsan li deverên cuda yên bajêr xalên sepanê danîn û pabendbûna sînordarkirinê kontrol dikin.

Kolanên herî qelebalix ên Wanê yên Cumhuriyet, Kazim Karabekir û her Meydana Beşyolê xalî man.

Her wisa li Mûş, Bidlîs û Colemêrgê jî kuçe û kolan ji ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, xalî man.

Ekîbên polêsan li hin taxan bi anonsê welatî hişyar kirin ku dernekevin derva.