Kanûn 18, 2020 22:23 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye 246 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 246 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 246 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 17 hezar û 610 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 26 hezar û 410 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 4 hezar û 103 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 1 milyon û 982 hezar û 90 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 31 hezar û 945 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 982 hezar û 90 kesan.

Serepeyv