Kanûn 10, 2020 21:54 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 220 kesên din ji ber şewba Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 30 hezar û 424 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 220 kes jî bi virûsê mirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 5 hezar û 918 pêketiyên nîşanê, bi giştî 30 hezar û 424 kes bi Koronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 220 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 232 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 564 hezar û 435 kesan û 15 hezar û 751 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 452 hezar û 593 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 20 milyon û 500 hezar û 579 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv