Kanûn 03, 2020 13:28 Asia/Tehran
  •  Di erdheja ku li Sêrtê çêbû da hin xesarên piçûk çêbûn

Li Kurtalana (Hezo) navçeya Sêrtê bi lerza 5ê erd hejiya û li gundê Qerebaxê yê li ser navçeyê di hin malan da xesarên piçûk çêbûn.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Hezoya navçeya Sêrtê di saet 8.45an da bi lerza 5ê erd hejiya û li gundê Qerebaxê yê li ser navçeyê di hin malan da xesar çêbû, qismekî dîwarê mala malbateke ku li Stenbolê dimînin, hilweşiya.

Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin û minareya Mizgefta Mezin a li navçeyê jî zirar dît.

Piştî erdhejê ekîbên AFAD, UMKE û tenduristiyê sewqî gund kirin.

Serepeyv