Kanûn 02, 2020 20:17 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê ji ber berfê rêya 58 gundan hat girtin

Li parêzgeha Dêrsimê ya kurdên Tirkiyê ji ber berfa zêde rêya zêdeyî 50 gundan hat girtin. Berfa herî zêde li bajarokên Pulur, Pilemûriye, Qisle û Xozatê dibare.

Li navçeyên bilind ên wê parêzgeha kurdnişîn li Tirkiyê ku du roj e berf dibare, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya xelkê kiriye.

Li gor agahiyên ji Rêveberiya Taybet a Bajêr hatine wergirtin, li tevahiya parêzgehê rêya 58 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Rêya 34 gundên Pulur, 19 gundên Xozatê û 5 gundên Pilemirûyê ji hatûçûnê ra hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr û Rêyan dest bi kar û xebatên vekirina rêyan kirine. Ketina berfa giran bi taybetî li bajarokên Pulur, Xozat û Pilemûriye bûye sedema girtina rêyan. Kar û xebatên vekirina rêyan jî berdewam in.

Serepeyv