Parlemana Ewropayê biryara ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirkiyê nîqaş dike
Mijdar 26, 2020 09:19 Asia/Tehran
Parlemana Ewropayê biryara ku parlamanter tê de bang li Yekitiya Ewropayê dikin ku cezayan li dijî dewleta Tirkiyê ferz bike, nîqaş dike.
Parlemana Ewropayê biryarê ji nû ve vekirina parçeyeke herêma Varoşa ya Qibrisê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, şermezar kir.
Parlemana Ewropayê bang li rêveberiyên ewropî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê yên yekalî û yên nerewa, helwesta xwe bikin yek û di heman demê de ferzkirina cezayan di ber çavan re derbas bikin.
Di biryarê de her wiha Parlemanê bang li dewleta Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Qibrisê vekişîne û bajarê Varoşayê ji xwediyên wê re vegerîne û di bin çavdêriya NY`yê de be.