Ewropayê careke din Tirkiye hişyar kir
Mijdar 24, 2020 10:38 Asia/Tehran
Yekitiya Ewropayê li ser têkiliyên Ewropa û Enqerê got, rojên bê wê diyarker bin û Tirkiye hişyar kir.
Berdevkê Nûnerê Bilind ê Ewlehî û Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Peter Stano got, "Bruksel hîn jî li benda nêzîkatiyên rastîn ên Tirkiyê ye ku rageşiya li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne."
Wî her wiha got: "Li ser vî esasî em ê binêrin ka em ê ber bi diyalogên erênî an jî bijêrdekên din ve biçin."
Ajansa nûçeyan a Îtalyayê AKI, li ser zimanê Stano got ku "Rojên bê dê diyarker bin". Bi vê gotinê îşaretê bi rûniştina Yekitiya Ewropayê dike ya ku di 10 û 11'ê kanûnê pêk were û tê de nêzîkatiyên Tirkiyê werin nirxandin û li gorî wê asyonên pêvajoya bê ya têkiliyên pê re werin xêzkirin.