Li Tirkiye 103 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 819 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 103 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 156 hezar û 692 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan ku encamên 3 hezar û 819 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 103 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 688 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 421,413 kesan û 11,704 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 359,063 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 16 milyon û 464 hezar û 678 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.