Mijdar 13, 2020 20:58 Asia/Tehran
  • Tirkiye di dosyeya girtina rojnamevanan da hat mehkûmkirin

Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê ji ber girtina nûçegihanên rojnameya Cuhmuriyetê di sala 2016an da, Tirkiye bi dayîna berdêla ziyanê mehkûm kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Dosyeya vekolandina girtina rojnamevanên Rojnameya Cumhuriyetê li Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê hat şopadnin û Tirkiye ji ber binpêkirina azadiya çapemeniyê û azadiya gotinê hat mehkûmkirin.

Di hukmê Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê da hatiye: hestyariyên dewleta Tirkiyê derbarê rojnameya Cumhuriyetê ji ber stratejiya vê rojnameyê di rexneya tund ji desthilata vî welatî bûye.

Ev di rewşekê da ye ku beriya vêya Hevserokên HDPê hevrê digel parlementerên vê partiyê li Parlimana Tirkiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî girtina berfireh a parlementerên berê û siyasetmedarên Kurd ên Tirkiyê li hewşa Parlimanê ketin girevê û ev girtin wek Tolhildana Siyasî dan zanîn.

 

 

Serepeyv