Otrîş: Tirkiye heta 30 salên din nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
Mijdar 11, 2020 13:18 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Otrîşê destnîşan kir: Tirkiye jibo tevlîbûna li Yekîtiya Ewropayê û pêşketina di gotûbêjên taybetî endamtiya li Yekîtiya Ewropayê divê 30 salên din sebr bike.
Eliksandir Şalinbêrg Wezîrê karên derve yê Otrîşê di hevpeyivîna digel rojnameya almanî ya Dî Wêltê (Die Welt) got: Li gorî rewşa navxweyî ya Tirkiyê, ev welata ji pîvanên Yekîtiya Ewropayê dûr bûye û şertên endamtiya li vê yekîtiyê weke berçavgirtina Mafên Mirovan û xalên serdestiya Qanûnê di salên dawî da binpê kirine.
Şalinbêrg tevî amajeya bi dewama pêvajoya dûrketina Enqerê ji Yekîtiya Ewropayê, destnîşan kir: Tirkiye heta 30 salên din nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û divê gotûbêjên tevlîbûna vî welatî li Yekîtiya Ewropayê bi tamî bi dawî bên.