Komseriya YE: Gotinên Erdogan dê Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320824-komseriya_ye_gotinên_erdogan_dê_tirkiyê_zêdetir_ji_ye’yê_dûr_bixe
Komseriya YE’yê diyar kir ku banga serokkomarê Tirkiyê ya boykotkirina kelûpelên Fransayê li dijî rihê peymanên dîplomasî û bazirganî yên ku bi Brukselê ve hatine îmzekirin e û got ev yek Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2020 23:57 Asia/Tehran
  • Komseriya YE: Gotinên Erdogan dê Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe

Komseriya YE’yê diyar kir ku banga serokkomarê Tirkiyê ya boykotkirina kelûpelên Fransayê li dijî rihê peymanên dîplomasî û bazirganî yên ku bi Brukselê ve hatine îmzekirin e û got ev yek Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê Komeseriya Ewropayê got: "Peymanên YE’yê bi dewleta Tirkiyê re li ser pevguhartina azad a kelûpelan e. Divê li hember vê yek rêzgirtina dualî hebe. dewleta Tirkiyê jî di vê çarçoveyê soz a dabû."

Wî her wiha got, bangên boykotkirina kelûpelên her dewleteke endam li dijî rihê van peymanan e û dê dewleta Tirkiyê zêdetir jî YE’yê bi dûr bixe."