Ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê; Payiza Geliyê Mûnzûrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320721-ji_navenda_dersimê_heya_navçeya_pulurê_payiza_geliyê_mûnzûrê
Bi hatina payizê re Geliyê Mûnzûrê bi xweşkiya xwe cardin mirovan heyr û hejmetkar dihêlê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2020 09:46 Asia/Tehran
  • Ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê; Payiza Geliyê Mûnzûrê

Bi hatina payizê re Geliyê Mûnzûrê bi xweşkiya xwe cardin mirovan heyr û hejmetkar dihêlê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê, Geliyê Mûnzûrê bi xweşikiya xwe mirovan heyr û hejmetkar dihêle. Li vî geliyî pelên ji darên cur bi cur weşiyane û diweşin, rengeke cuda li geliyê bar dikin. 

Li geliyê nêzî 2 hezar cureyên nebatan û gelek cureyên heywanan hene. Îcar gava mirov ji serê Girê Ana Fatmayê li van dar û berên Geliyê Mûnzûrê xemilandine û heywanên xwe lê hêwirandine mêze dike, ew xweşkiya bêhempa mirov hîn bêtir heyr û hejmetkar dihêle. Nexasim jî bi hatina payizê re. 

Her wiha çendî ku dinya sar bûye hîn jî gelek kes tên serdana van deran dikin û ji bo ji vê dîmen û bergeha xweş nemînin qefle bi qefle berê xwe didin serê gir.