Tirkiyê cardinê keştiya xwe ya îktişafê şande rojhilata Deryaya Sipî
Piştî ku Tirkiyê ragihand ku keştiya wê ya îktişafê bo erkdariyeke nû ya lêkolînê li avên kêşeliser a rojhilata Deryaya Sipî bi cih dibe, Yûnanê îro ev welata tawanbar kir ku hewldanên bo kêmkirina qeyrana mafê kolandinê li vê navçê lawaz dike.
Ev kiryara gefek e li hember gurrbûna agirê aloziyeke din li sînorên avî li navçeyekê navbera giravên Yûnan, Qibris û perava başûrî ya Tirkiyê ku li havînê jî hema ev nakokiya hebû ku ji ber vê meselê dilgiraniya rûbirûbûna eskerî ya du welatan zêde bû.
keştiya îktişafê ya Ûrûç Reîsê îro ji Antalyayê kete rê bona destpêkirina peydakirina çavkaniyên hîdrokerbonê li rojhilata Deryaya Sipî.
Navteks, çavdêrê navdewletî ya ewlehiya deryayî roja yekşemiyê ragehand ku ev operasyona îktişafê heta 22 Cotmehê dê bidome.
Wezareta derve ya Yûnanê îro jî ev biryara wek gefeke mezin û weke aloziya rasterast bo aştî û ewlehiya navçê da zanîn.
Vegeryana vê keştiya Tirkiyê bo rojhilata Deryaya Sipî rojekê piştî wê cih hatiye ku Wezareta derve ya vî welatî li peyamekê Yûnan tawanbar kiriye ku ev welata li warê kiryarên domdar bo zêdekirina nakokiyan bi rastî tevnegeriyaye; Di halekî da ku gotiye Enqere amadeyî gotûbêjê ye.