Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319996-li_tirkiyê_65_pêketiyên_vîrusa_koronayê_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Li Tirkiye di 24 saetn borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2020 05:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiye di 24 saetn borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye  di 24 saetên borî de 1391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 318 hezar û 663 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 1245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 279 hezar û 749 kesan.