Ên diwestên ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
Cotkarên ku li navçeya Germencîkê dest bi berhevkirina hejîrên hişk kirine, diyar kirin ku heqê gubre (kûd, Sergîn), mazot, av, derman û ceryanê pir biha ye û gotin: "Keda cotkaran ji bazirganan re diçe." Her wiha karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 70 lîre ye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ji Aydînê, "Esra Solîn Dal" dibêje: "Li bajaroka Ortaklar a navçeya Germencîk a Aydinê, îsal ji ber dinya pir germ bû cotkarên hejîrên hişk zirar kirine. Cotkaran, anî ziman ku par kîloya hejîrên hişk bi 18 lîreyan dane, lê belê îsal ji ber germahiyê kalîte û rekoleya hejîran kêm bûye. Her wiha karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dixebitin, lê belê heqedesta wan 70-80 lîre ye."
Cotkar Rizvan Kaya, diyar kir ku îsal berhevkirina hejîran dereng dest pê kiriye û got, ji ber hewaya Santralên Enerjiya Jeotermalî (JES) leke li hejîrên wan çêbûne. Kaya, bilêv kir ku ev jî dibe sedema ku fiyetê hejîran erzan bibe û got, keda cotkaran jî ji bazirganan re diçe. Her wiha Kaya bibîr xist ku fiyetê mazotê jî pir biha ye û got, pereyê ku komîsyonvan di saetekê de qezenc dikin cotkar di salekê de qezenc nakin.
DEWLET DESTEKÊ NADE WAN
Cotkar Mûrat Kara jî diyar kir ku lêçûna (mesrefa) wan a rojane 300 TL ye û got, fiyetê gubre ji 90 lîreyî dest pê kiriye. Kara, anî ziman ku îsal 30 donim erd çandiye û tenê heqê mazot û gubre jî 20 hezar TL bûye. Kara, destnîşan kir ku dewlet destekê nade karkerên çandiniyê û tenê berên cotkarên ku endamê TARÎŞ'ê ne distîne. Kara got: "Berên cotkarên ku ne endamên TARÎŞ'ê ne jî dikeve ber destê bazirganan. Bazirgan jî li gor dilê xwe fiyetekî diyar dikin. Par TARÎRŞ'ê kîloya hejîran bi 17-18 lîreyan kirî. Lê belê ji yên ne endamên wê ne jî bi 10 lîreyan kirî. Yanî dixwazin cotkar hemû endamên TARÎŞ'ê bin. Ev jî maliyeteke din e. Çimkî TARÎŞ jî hinek hejîr û pere dixwaze."
Kara got: "Min par 25 ton berhev kir, lê îsal li benda 12 ton û nîva an jî 10 tona me." Kara, anî ziman ku ji ber ku şert û mercên hewaya îsal nebaş bûn dê rekolte jî kêm bibe.
Cotkar Gulhan Kaya jî anî ziman şeveqê zû diçin nav erd û got, Kaseyên hejîran li traktorê bar dikin. Kaya, diyar kir ku piştî karê wan diqede bi traktorê diçin malê û got: "Paşê em van hejîran vala dikin. Ji bo hişk bibin em li ber tavê radixin. Dû re em ên hişk bi sê awayen ji hev dineqînin û cardin wan dixin kaseyan."
HEQDESTA WAN 70-80 LÎRE YE
Elîf Karatosûn (25) jî anî ziman ku ji 15 saliya xwe ve dixebite û got, berhevkirina hejîran karekî zehmet e. Karatosûn got: "Em serê sibehê saet di 6'an de dest pê dikin. Em heya 12'ê nîvro dixebeitin û navbirekê didinê. Dû re em saet di dudoyan de cardin dest pê dikin û heya 6'ê êvarî dişixulin. Paşê em hejîrên xwe dibin malê û wan radixin. Karê me saet li dor heştê êvarî diqede. Bi giştî em 12 saetan dixebitin. Heqdesta me jî 70-80 lîre ye."
Pervîn Çetîno (41) jî diyar kir ku ji 12 saliya xwe ve dixebite û got, heqdesta wan 80 lîre ye, lê belê 10-15 lîreyê yewmiyeya wan jî diçe ji çawîşan re. Çetînoz, bilêv kir ku hem li nav erd dixebite hem jî li malê karê zarokên xwe dike. Çetînoz, destnîşan kir ku jin li her derî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got ji zilaman bêtir dişixulin, lê yewmiyeya wan ji a zilamn kêmtir e.