Tebax 24, 2020 02:10 Asia/Tehran
  • Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive

Turk Telekomê, ji dayika 65 salî ya ku xwest xeta xwe ya telefonê bigire û tenê bi kurdî dizane re got, daxwaza xwe “An bi Tirkî yan jî bi Erebî” bîne ziman. Dayika ku her du zimanan jî nizane, xeta wê ya telefonê ji ber vê sedemê nehat girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Dayika 65 salî "Fevziye Başaran" a li Êlihê dijî, xwest xeta telefonê ya ku ji Turk Telekomê kirîbû bigire. Lê ji ber ku Başaran bi kurdî dizanîbû, ji wê hat xwestin ku daxwaza xwe yan bi Tirkî, yan jî Bi Erebî bîne ziman. Ji ber ku Başaran tenê bi kurdî dizanîbû, hewl da vê pirsgirêka xwe bi rêya wergervaniyê derbas bike. Lê destûr ji bo vê jî nehat dayîn. Nûnertiya Mişteriya Turk Telekomê, ji Başaran re got, “Ger tu dixwazî xeta te bê girtin, divê tu vê daxwaza xwe, yan bi Tirkî ya jî bi Erepî bînî ziman, nexwe emê nekarin xeta te bigirin.”   

TENÊ BI KURDÎ DIZANE 

Kurê Başaran ê li Stenbolê dijî Omer Başaran, roja Pencşemê 20’ê Tebaxê, li Nûnertiya Mişteriyan a Turk Telekomê digere û dixwaze xeta telefonê ya bi kar tîne bigire. Turk Telekom, li ser vê yekê jê re dibeje, ji ber ku xet li ser navê dayika te ye ew nikarin bigirin û ji bo karibin bigirin divê dayika te bi xwe me bigire. Omer Başaran ji Nûnertiya Mişteriyan re dibêje ku dayika wî tenê bi kurdî dizane, lê dîsa Turk Telekom jê re dibeje heya ku dayika wî daxwaz neke ewê nekarin xetê bigirin. Omer Başaran, li ser vê yekê roja Înê 21’ê Tebaxê, pismamê xwe yê li Êlihê dijî, dişîne gel dayîka xwe û jê dixwaze ku ji bo dayika wî wergervaniyê bike. 

BI VÎNA XWE YA AZAD NEAXIVÎ! 

Omer Başaran ji kurê apê xwe dixwaze ku tiştên ew bi tirkî dibejê, bila dayika wî dûbare bike. Lê Nûnertiya Turk Telekomê vê yekê jî, qebûl nake û dibeje, ji ber ku dayik bi vîna xwe ya azad neaxiviye vê daxwaza wan red dike. 

Başaran jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî vê yekê dan û di demekê kurt de bi hezaran kes piştgirî dan Başaran. 

‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ YÊ TIRKIYÊ TIRKÎ YE’ 

Mezopotamyayê her wiha nivîsiye: Omer Başaran ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî û derbarê bûyera di serê wî re derbas bû de wiha got: “Roja Pencşemê 19’ê Tebaxê ez li Turk Telekomê geriyam û min ji wan xwest ku xeta min bigirin. Gotin ewê bibin alîkar. Dûre ji min pirsa ‘Ev xet li ser navê te ye kirin?’ Min jî got ev xet ne ya min e, ya dayika min e. Lê dayika min bi Tirkî nizane û li Êlihê dijî. Wan jî got ger xwediyê xetê bi xwe neaxive ewê nekarin xetê bigirin. Li ser vê yekê min telefon girt û li kurê apê xwe yê li Êlihê dijî geriyam. Min ew şand gel dayika xwe. Min jê re got dema tu çûyî gel dayika min li nûnertiya mişteriyên Turk Telekomê bigere. Tu bi Tirkî biaxive û bila dayika min jî ji wan re heman peyvan dubare bike. Ew jî wisan dikin. Dayika min gotinên kurê apê min dubare dike. Lê nûnertiya mişteriyan vê yekê qebûl nake û ji wan re dibêje; ‘divê dayika we bi vîna xwe ya azad biaxive û bi Tirkî vê daxwaza bîne ziman.’ Ez dîsa geriyam û min ji wan re got dayika min bi tirkî nizane. Ew li Êlihê ye û ez li Stenbolê me. Ez xetê bi kar tînim. Min ji wan re got, ‘Dayika min kurdî dizane, piştî vî temenî wê ma wê fêrî Tirkî bibe.’ Li ser vê ji min re got, ‘Zimanê zikmakî yê Tirkiyê Tirkî ye. Em bi Tirkî diaxivin û bi Tirkî hev fêm dikin.’ Ez jî hirs bûm û min pirsa, ‘Wê demê çima anonsa we ya Erebî heye, ya Kurdî tuneye?’ kir. Vê carê jî gotin, ‘Ger dayika te bixwaze dikare bi Erebî biaxive, lê prosedurên Kurdî tuneye.’ Bi vî awayî ne xet girtin û ne jî ji me re bûn alîkar.” 

30 MÎLYON KURD HENE 

Başaran, bertek nîşanî vê helwesta Turk Telekomê da û wiha got: “Divê em van hemû bûyerên wiha di çarçoveya polîtîkayên bişavtinê de bigirin dest. Gelo niha li Tirkiyê çend milyon Ereb hene? Niha tenê 3 mîlyon Ereb hene. Lê li Tirkiyê 30 mîlyon kurd hene. Dayika min 65 salî ye. Ji ber ku di dema wan de dibistan tune bû, bi tirkî fêr nebû. Gelo şirketeke mîna Turk Telekomê nikare, wergervanekê bigire.?” 

‘JI BER BERTEKAN LI MIN GERIYAN’ 

Başaran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî min bûyer li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir, gelek kesan piştgirî dan min û bertek nîşanî vê bûyerê dan. Turk Telekomê li ser bertekan li min geriya û ji min lêborîn xwest. Min ji wan re pirsa, ‘Ger mirovên mîna dayika min li wan bigerin û bi Tirkî nezanin, ewê çibikin? kir. Ji min re gotin, ‘ dibe ku prosedureke di vê mijarê de bê pêşxistin.’ Bi rastî min qet bawer nekir. Ji berê de tuneye, ma wê nû kan çêbikin?” 

 

 

Serepeyv