Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318861-li_Çewligê_herî_kêm_80’î_xebatkarên_tenduristiyê_bi_vîrûsa_koronayê_ketin
Di Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê de, 3 bijîşk jî din av de herî kêm 80 xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2020 22:28 Asia/Tehran
  •  Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin

Di Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê de, 3 bijîşk jî din av de herî kêm 80 xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ji Çewligê (Bîngol), Li navend û navçeyên Çewligê, hejmara pêketiyên şewba Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) her ku diçe zêde dibe.

Li navenda û navçeyan, nayê zanîn ku hejmara pêketiyên Vîrûsa Koronayê çiqas e. Lê li gorî çavkaniyan, hat diyar kirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê, 3 bijîşk jî di nav de herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsa Koronayê ketin.

Di hefteya derbasbûyî de, hatibû diyarkirin ku 3 bijîşk bi vîrûsê ketine û pêvajoya wan a Qerentînayê dewam dike. Hat destnîşankirin ku ger rewş wisan biçe, wê li nexweşxanê pirsgirêka nebûna xebatkarên tenduristiyê derkeve.