Macron: Siyaseta Tirkiyê bi berjewendiyên Ewropayê re nagunce
Serokomarê Fransayê rexne li siyaseta berfirehxwazî ya Tirkiyê girt û got: “Siyaseta wan bi berjewendiyên Ewopayê re nagunce û li herêmê dê bibe sedema têkçûna aramî û îstiqrarê.”
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê berî hevdîtina ligel Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li lawaziya helwestên Ewropayê girt.
Macron herwiha ji kovara Paris Match re axivî û rexne li siyaseta berfirehxwazî ya Tirkiyê girt û got: “Siyaseta wan bi berjewendiyên Ewopayê re nagunce û li herêmê dê bibe sedema têkçûna aramî û îstiqrarê.”
Emmanuel Macron diyar dike: “Divê Ewropa rûbirûyî karên bi vî rengî bibe û berpirsyariyê bigre stûyê xwe.”
Serokê Fransayê di beşeke din a axaftina xwe de dibêje: “Ez ne bi hilkişandin û zêdekirina pirsgirêkê re me, lê baweriya min bi dîplomasiya lawaz jî tine ye, me amajeyek şandiye, da ku wateyeke hevkariya Ewropayî hebe.”
Biryar e di hevdîtina Macron û Merkelê de çend mijar werin gotûbêjkirin, ku ji wan herî giring mijarên Belarus, Tirkiye, Malî û Lubnan e. Herwiha asoya peywendiyên Yekîtiya Ewropayê di siberojê de mijareke din a hevdîtinê ye.