Tebax 01, 2020 13:49 Asia/Tehran
  • Parlementerê MHP'ê ji Wezîrê Çandiniyê rexne kir; Ji Partiyê hat avêtin

Parlementerê neteweperest ê Parlimana Tirkiyê ji MHP'ê ji ber rexneya ji Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê ji vê partiyê hat avêtin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Komîteya Înzibatê ya Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) ku hevpeymanê AKP'ê ye, parlementerekî Parlimanê ku ji Wezîrê Çandiniyê rexne kiribû, ji vê partiyê avête der.

Li gorî nivîsîna rojnameya Huriyetê, Cemal Engîn Yûrt parlementerê navçeya Urdû li qiraxa deryaya reş ji MHP'Ê jiber rexneya ji Bekir Pak Demîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan, li Komîteya Înzibatê ya Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) dosyeyek jibo wî hat vekirin û serê axir ji vê partiyê hat avêtiin.

Bi derxistina Engîn Yûrt, hejmara parlementerên MHP'ê li Parlimana Tirkiyê bû 48 kes.

 

 

 

Serepeyv