Tebax 01, 2020 13:35 Asia/Tehran
  • Li Wanê; Eskerên Tirkiyê bi şev 3 şivan xistin halê mirinê

Li navçeya Elbakê ya Wanê eskeran li 3 şivanan xistin û bi lêxistinê ew xistin halê mirinê. Eskeran piştre çek li wan kişandin û bi kuştinê gef li wan xwarin. Şivanên ku êdî nikarin bimeşin, li nexweşxaneyê jî îfadeya wan nehat girtin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Gundê Dêrpişkê yê Navçeya Elbaka Wanê eskerên ku derketin operasyona qaçaxvanên sînor, li şivan Zahîr Teker, Harun Akkaya û Lokman Koç xistin û ew xistin halê mirinê. Eskeran berê neheqî li şivanan kirin û piştre bi kevir û daran li şivanan xist û ew xistin halê mirinê. Şivanên ku piştî eskeran li wan xist bi derfetên xwe çûn nexweşxaneyê û piştî derman bûn çûn malê. Şivanên ku eskeran li wan xistin û bi giranî birîndar kirin, li nexweşxaneyê îfadeya wan nehat girtin û bersûc ji wan nepirsîn. Şivan Zahir Teker, ku eskeran ew bi giranî birîndar kir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Teker, diyar kir ku di şeva 29'ê Tîrmehê de eskeran li wan xist û derb kirin û wiha got: “Eskerekî got 'Ezê we hersêyan li vir bikujin. Ya di destê min de keleş e. Li cem dewletê qeyda wê tune ye.' û gefa kuştinê li min xwar."   Zahir Teker, anî ziman ku 4 meh in şivaniyê ji gundiyan re dike û wiha got: "Saet nêzî 22.00'ê şeva 29'ê bû. Me qirş û qal kom kiribû û agir pê xistibû. Me çay çêkir û piştî me çay vexwar deng hat. Min lemba destan pêxist ruyê esker xuya bû. Dengê çekan hatin. Gule berdan der û dorên me. Ji berê got 'Xwe dirêj bikin.' em rûniştin. Ji me re got 'Hûn terorîst in.' 'Hûn li vir çi dikin?' Me jî got em şivan in û bi heq şivaniyê dikin. 8-10 esker hebûn. Gotin 'Em li pey qaçaxvanan in." 

'ÇEK BÊ QEYD E'

Zahîr Teker, da zanîn ku esker ji bo qaçaxvanan bibînin ew 3 şivan bi xwe re birin û ketin şopa qaçaxvanan û wiha axivî: “Saet nêzî 23.00'an bû. Lembeya ceyranê xistin destê me. Em li wan çiya û newalan gerandin. Piştre em paşve vegerandin. Gotin 'Hûn dê me têxin kemînê' û çek xistin serê me. Eskerekî got 'Ezê we hersêyan li vir bikujim. Ya di destê min de keleş e. Li cem dewletê qeyda wê tune ye. Ez wan hersêyan li vir bikujim kes nabihîze.Piştre bi kevir û daran li me xistin. Kevirê mezin li pişta me xistin. Bi daran li pî û çoga me xistin. Dar li serê hevalê me xistin û serê wî şikandin. Çawa dar lê xistin, serê wî xwîn kirin. Ez ji ber lêdanê ji ser xwe çûm. 

TERKÎ MIRINÊ KIRIN 

Zahîr Teker, destnîşan kir ku eskeran ji bo wan bikujin li wan xistin û wiha lê zêde kir: "Eskeran bi qasî saetekê li me xistin. Piştî em xistin halê mirinê çûn. Dema li me xistin min telefona xwe winda kiribû. Piştî em lê geriyan me telefon dit. Ez li hesp siyar bûm û hevalên din jî dan pey min. Em di rê de rastî şivanekî din hatin. Şivan li gundiyan geriya û alîkarî xwest. Gundiyan em birin Nexweşxaneyê. Lê dema em çûn nexweşxaneyê û derman bûn, peyvirdaran îfadeya me negirt. Negot çi li we hatiye û kê ev anîye serê we. Ez ê heta dawî mafê xwe yê hiqûqî biparêzim û bişopînim." 

DI 14'Ê HEZÎRANÊ DE CIWANEK KUŞTIN 

Eskeran li Gundê Qaşqolê yê Elbakê di 14'ê Hezîranê de gule berdan ciwanê 20 salî Emrah Gorur û kuştin. Di êrîşa eskeran de Saim Yilmaz jî bi giranî birîndar bûbû. Eskerên ku ciwan kuştin nehat girtin. Lê hat fêrbûn ku ifadeya wî formalîte hatiye girtin û îfadeyên berê kopî kiriye û zeliqandine. 

DI 16'Ê TÎRMEHÊ DE ŞIVANEKÎ ZAROK BIRÎNDAR KIRIN 

Dîsa eskeran di 16'ê Tîrmehê de jî li Gundê Çiliya Jor a Elbaka Wanê gule berdan şivanê zarok, Azad Baga ê 15 salî bi giranî birîndar kiribûn. 

 

 

 

Serepeyv