Tîrmeh 25, 2020 09:34 Asia/Tehran
  • Komîteyeke navneteweyî: Enqerê 15 hezar çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê

"Komîteya Cezayan a navneteweyî" ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Komîteya Cezayan a navneteweyî" ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber binpêkirina qedexeya çekan, Lîbya veguheriye qadeke mezin a çekan.

Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja Pêncşemê ragihandibû ku dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê yên alîgir dişîne Lîbyayê da ku li rex komên Dewleta Yekîtiya Neteweyî şer bikin.

Li gorî daneyên SOHR'ê, heta niha 16 hezar û 500 çeteyên Sûriyê di nav de 350 zarokên di bin 18 saliyê de gihaştine Lîbyayê. Li aliyekî din derdora 5 hezar û 850 çeteyên Sûriyê ku peymanên wan xilas bûne vegeriyane Sûriyê.

Serepeyv