Hezîran 29, 2020 16:09 Asia/Tehran
  • Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû

Keştiya ku penaber bar kiribûn li Gola Wanê noqî avê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Gola Wanê keştiya ku penaber bar kiribûn noqî avê bû. Hat diyar kirin ku bi dehan penaber di ava golê de xeniqîn. Keştî li nêzî Girava Çarpanak a Navçeya Tuşba ya Wanê noqî avê bû. Hat diyar kirin ku gelek penaber di keştiyê de bûn û gelek penaber di avê de xeniqîn.

Piştî bûyerê yekîneyên xizmetkarên tenduristiyê û esker çûn cihê bûyerê. Têkildarî encama keştiya ku noqî avê bûye tu agahî nehatin bi destxistin. Walîtiya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û anî ziman ku keştî li herêma Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldondu ya Westanê noqî avê bûye.

Waliyê diyar kir ku li taxa Altinsaçê di 27'ê Hezîrana 2020'an saet di 22.00'an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi tekna xwe ya şexsî derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nayê girtin.

Têkildarî vê mijarê keyayê taxê agahî parve kiriye. Welatî Medeni Akbaş, di 28'ê Hezîrana 2020'an saet di 23.00'an de li taxa Çitoren a Navçeya Tuşbayê hatiye dîtin. Ji hewa û asimên lêgerîn didome. Der barê xwediyê keştiyê Sedat Akbaş de jî tu agahî nehatiye bi destxistin.