Hezîran 03, 2020 10:54 Asia/Tehran
  • Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarî şewba Vîrûsa Koronayê hişyarî kir û diyar kir ku talûkeya pêla yekemîn didome. Platformê welatî hişyar kirin û xwest li paqijiyê û tedbîrên rûpoş (maske) û mesafeya fîzîkî badar bin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Platforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarî rewşa şewba Vîrûsa Koronayê daxuyanî da. Serokê Odeya Tabîban a Ameadê Mehmet Şerîf Demîr, diyar kir ku heta 1'ê Hezîranê hêjmara nexweşên bi vîrûsê yên li nexweşxaneyên bajar têne dermankirin 200 kes derbas kiriye û wiha got: "Îqtîdar fikarên xwe yên aboriyê derdixe pêş tenduristiya gel. Di bin navê asayîbûnê de bi tenduristiya civakê dilîzin. Ji ber vê yekê talûkeya şewbê ya li ser tenduristiya gel hêj didome. Hêj talûkeya şewbê ya pêla yekemîn bi dawî nebûye. Tedbîra herî baş a li dijî şewbê paqijî û mesafeya fîzîkî ye. Divê teqez welatî di rewşê qelebaliq de rûpoşê girê bidin û li mesafeya fîzîkî baldar bibin. 

MAFÊ JIYANÊ Û TENDURISTIYÊ MAFÊ HERÎ QANÛNÎ YÊ GIRTIYAN E 

Demîr, bal kişand ser rewşa girtiyan jî û wiha got: "Divê mafê girtiyan ê jiyanê û tenduristiyê jî bê parastin. Divê daxwaza civakê ya edaletê bê bersîv neyê hiştin. Mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan mafekî herî rewa û qanûnî ye. Divê ev mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bê parastin. Ji ber vê yekê divê ji bo girtiyan jî tedbîr bên girtin. Divê mafê girtiyan ên dermankirin û tenduristiyê neyê astengkirin. Em carek din diyar dikin ku divê mafê girtiyan ên tenduristiyê neyê binpêkirin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Halis Yerlikaya jî anî ziman ku hêj talûkeya pêla yekemîn a vîrûsê derbas nebûye û xwest hemû welatî tedbîran ji dest bernedin. Yerlîkaya, xwest hemû welatî li paqijî û mesafeya fîzîkî baldar bin. 

'RÛPOŞÊN XWE LI KOLONANA  NAVÊJIN' 
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak jî anî ziman ku klinik ketine pêvajoya asayîbûnê û wiha got: "Ji ber vê yekê em nikarin ziyaretvanan jî bi sînor bikin. Ber deriyê klînîkan bi ziyaretvanan tijî dibe. Ji bo mirovan her tişt asayî xuya ye. Bi vî şiklî hem xwe û hem jî me dixin talûkeyê. Divê welatî rûpoşên xwe li kolanê navêjin.