Hezîran 03, 2020 00:08 Asia/Tehran
  • SOHR: Tirkiyê sewqiyeke din şand Idlibê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku sewqiyeke din a leşkerî ya Tirkiyê di dergiyê Kefer Losîn de derbasî Idlibê bû. SOHR, diyar kir sewqiyet ji 20 maşîneyan ku bi tank û dikên fûzeyan barkirbû, pêk dihat.

Li gorî SOHRê sewqiyet ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li "Herêmên kêmkirina şer" ve derket.

Hejmara maşîneyên ku ji destpêka ragihandina agirbesta nû derbasî Sûriyê bûne gihaşt 3 hezar û 825 û bi hezaran leşker.

Ji 2‘yê Sibata 2020‘an heta niha zêdeyî 7 hezar û 135 kamyon û maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûn ku ji tank, barhilgirên leşker û panzêran, alavên dijî gulle û radarên leşkerî pêk tê. Her wiha zêdeyî 10 hezar û 400 leşkerên Tirkiyê li Idlib û Helebê belav bûn.

Hêzên hikumeta Sûriyê duh teqwiyetek şand Idlibê. Tê gotin ku heger mûzaketiyên Rûs û Tirkan ên derbarê rêya Heleb- Laziqiyê de bi binbikevin, dibe operasyoneke leşkerî dest pê bike.