Hezîran 01, 2020 11:33 Asia/Tehran
  • Nijadperestî li Tirkiyê: Xortekî kurd li Enqereyê li muzîka Kurdî guhdar kir û hat kuştin

Li Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ê li Muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin.

 

 Li gorî rapora 1ê Hezîranê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Li Navçeya Etimesgut a Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan şevê din saet di 22,30'an de ji ber li muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin.
Bariş Çakan ê ji Panosa Agirî dema li gel hevalê xwe li parkê rûniştibû, bi sedema ku li muzîka Kurdî guhdar rastî êrîşa 3 kesan hat. Hat zanîn ku kesên bi kêran êrîşî Çakan kirin, ji Yozgat, Kirikkale û Tokatê  ne. Êrîşkaran bi hinceta Çakan li muzîka kurdî guhdar kiriye ji ser dilê wî kêr kirin û kuştin. Hat anîn ku 3 êrîşkaran piştî êrîş kirin hatin binçavkirin. Çakan ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Taybet a Etimadê.