Hezîran 01, 2020 10:47 Asia/Tehran
  • Sedî 15'ê alîkariyê ji tabloyê Guneştekîn hat bi destxistin

Ji bo alîkariya xebatkarên tenduristiyê tabloyên hunermendan hatin firotin. Tabloya herî buha ya Ahmet Guneştekîn bû. Ji pereyên hatine berhevkirin hemû sedî 15'ê vê ji vê tabloyê hatin pê.

Li gorî nivîsa roja 31ê Gulana 2020î ya malpera Diyarname'yê, Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn jî di nav de hin hunermendan tabloyên xwe diyarî kirin û ew bi mezatê hatin firotin. Mezat ji aliyê Artam Antîk AŞ ve hate lidarxistin. Guneştekîn tabloya xwe ya bi navê "Bargirê Zeûs" diyarî kiribû û tablo bi 120 hezar TL'yî hat firotin, ku di nav hemû tabloyan de ev buhaya herî mezin bû. Wekîlê Serokê Dibistanên Bîlfenê Fatih Ozturk tablo kirî û xist nava koleksiyona Dibistanên Bîlfenê.

Nêzî 60 hunermend û koleksiyoneran tabloyên xwe diyarî kiribûn. Ji tabloyên hatin firotin 750 hezar TL hat bi dest xistin.

Ev bere diyarî Weqfa Fakulteya Tibê ya Stenbolê kirin.Piştî tabloyê Guneştekîn hinên din ên buha hatin firotin jî bi vî awayî bûn: Devrim Erbil "İstanbul” bi 70 hezar, Ekrem Yalçindag “Contrasts” bi 44 hezar, Canan Tolon "Dijital Baski" bi 42 hezar hat firotin. Her wiha tabloyê Ahmet Oran bi 41 û yê  Abdurrahman Oztoprak jî bi 20 hezar TL'yî hat firotin.