Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315998-hevşaredara_Îdirê_Çelîk_hat_berdan
Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ku ji peyvirê girtin û qeyûm tayinî şûna wê kirin, piştî îfadeya wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Hevşaredar Çelîk serbest berda.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 16:33 Asia/Tehran
  •  Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan

Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ku ji peyvirê girtin û qeyûm tayinî şûna wê kirin, piştî îfadeya wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Hevşaredar Çelîk serbest berda.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wê kirin, sewqî edliyê kirin. Çelîk piştî 5 rojan li Midûriyeta Polîsan a Îdirê di bin çavan de ma, sewqî dozgeriyê kirin.

Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê jî piştî li îfadeya Hevşaredar Çelîk guhdar kir, bi şertê kontrola edlî serbest berda.  

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê  Kurdî de Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş û hevşaredarên Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartînîsê binçav kiribûn û qeyûm tayînî şûna wan kiribû. Hevşaredar Yaşar Akkuş jî di 18'ê Gulanê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin.