Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li gel û demokrasiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315962-konseya_ewropayê_qeyûm_heqaret_e_li_gel_û_demokrasiyê
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, “Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 11:40 Asia/Tehran
  • Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li gel û demokrasiyê

Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, “Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.”

Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê daxuyanî da.

Knape got ku “Di dema şewba Covîd-19’ê de jî em dibihîzîn ku Tirkiye li başûrê rojhilatê welat şaredaran ji peywirê distîne û qeyûman li şûna wan peywirdar dike. Ew şaredarî di 31’ê Adara 2019’an de ji aliyê gel hatine hilbijartin, lê a niha ji aliyê karmendên dewletê ve tên birêvebirin.”

Knape got, “Lêpirsînên zêde yên li ser nûnerên hatine hilbijartin û peywirdarkirina kesên li şûna wan heqaretek e li kesên ku piştgiriyê didin hilbijartinên azad û bi edalet. Ev rewş di heman demê de li dijî demokrasiya li Tirkiyê jî gefeke mezin e .

Kongreya me ji bo biryara li ser şaredarên hatine hilbijartin û piştre hatine girtin ji Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê nirxandineke fermî daxwaz kir û em li benda weşandina vê raporê ne.”