Firokeyên Tirkiyê bi tundî devera Berwarî Bala burdûman kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315952-firokeyên_tirkiyê_bi_tundî_devera_berwarî_bala_burdûman_kir
Firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tundî gundê Dergela li sinûrê devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê burdûman kir, ji bilî zîyanan, tirs û sehim jî di nav xelkê deverê belav bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 07:15 Asia/Tehran
  • Firokeyên Tirkiyê bi tundî devera Berwarî Bala burdûman kir

Firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tundî gundê Dergela li sinûrê devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê burdûman kir, ji bilî zîyanan, tirs û sehim jî di nav xelkê deverê belav bûye.

Firokeyên cengê yên Dewleta Tirkiyê bi heceta hebûna hêzên PKKê duh bi tundî derdorê gundê Dergela burdûman kirîye û bi wê sedemê jî tirs û nîgeranîyeka mezin di nav gundnişînên deverê belav bûye.

Bi sedema wê burdûmanê zîyaneka mezin a madî gihîştiye xanî, rez û baxên hevwelatîyan û pawanên gundiyan.

Bi heceta hebûna Gerîlayên PKKyê li deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê, firokeyên cengî yên Tirkiyê bi berdewamî wan deveran burdûman dikin û bi wê sedemê jî bi dirêjahîya sinûr zîyaneka mezin digihêje hevwelatîyan  û heya niha ji bilî zîyana madî, bi dehan hevwelatî jî bûyîne qurbanî û piranîya wan gundan jî bi temamî vala bûne.