17ê Gulanê, 44 kesên din li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan
May 18, 2020 04:55 Asia/Tehran
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, duh 17ê Gulanê li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 44 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi van miriyan re hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa koronayê agahiya dawî ango resmê 17ê Gulanê yê koronayê bi raya giştî re parve kir. Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê wek her roj resmê 17ê Gulanê belav kir.
Li gorî agahiyên ku Wezîrê Tenduristiyê Koca belav kir, di nava 24 saetên dawî de hezar û 368 kes bi koronayê ketine û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi van miriyan re hejmara giştî ya
miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan.Hejmra giştî ya kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 149 hezar û 435’an.