Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315916-hevşaredarê_vartînîsê_hat_girtin
Hevşaredarê Bajaroka Vartînîsê ya Mûşê Casim Budak ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji peywirê hat girtin, hat girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2020 04:51 Asia/Tehran
  •  Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin

Hevşaredarê Bajaroka Vartînîsê ya Mûşê Casim Budak ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji peywirê hat girtin, hat girtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Wezîrê Karên Hundir di 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP'ê yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û bajaroka Vartînîsê kiribûn. Hevşaredar ji peywirê hatibûn girtin û hatibûn binçavkirin.

Hevşaredarê Vartînîsê Casim Budak jî ku hatibû binçavkirin, hat girtin. Budak, piştî sewqî dozgeriyê kirin, dozger bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehêkir. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê derbarê Budak de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.