Tirkiye ji danûstandinên ENKS û PYDê nerazî ye
Hikûmeta Tirkiyê ji danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazî ye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di dema beşdarbûna bernameyeke televîzyoneke Tirkiyê, li ser danûstandinên ENKS û PYDê de ragihand, “Amerîka û Rûsya hewl didin YPG û PKKê bi navê Hêzên Suriya Demokratîk HSD ango bi navê ‘Kurdên Suriyê’ tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike.”
Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “YPG berî ku bi temamî bikeve bin kontrola Amerîkayê, Rûsya hewlek ciddî dida YPG tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike û li ser wê yekê jî rijd bû.”
Çavuşoglu di dewama gotinên xwe de dibêje, “Amerîka jî niha dixwaze ENKS û YPGyê bike yek. Lê ew rê nadin li Bakurê Suriyê ne korîdoreke tororê were avakirin û ne jî rêxistinên terorê bên rewakirin.”
Rûdawê berî viya ragihandibû ku PYD û ENKS li ser pêşeroja kurdên Sûriyê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendiyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirin çêbûye û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.
Frensa jî piştgiriya wê projeya Amerîkayê dike.