Hêzên Hefter li Lîbyayê 4 balafirên bêpîlot ên Tirkiyê xistin xwarê
Hêzên general Xelîfe Hefter a bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku li herêmên cûda cuda 4 balafirên bêpîlot ên Tirkiyê, di nav de du balafirên sîxurî xistin xwarê.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êvara bihûrî balafireke bê pîlot a Tirkiyê li derdora baregeha Wetiya xistine xwarê.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê herwiha ragihand ku li deverên cuda cuda 3 balafirên bêpîlot ên din ku ji wan 2 balafir ên sîxuriyê bûn xistin xwarê.
Dewleta Tirkiyê ji bo piştgiriya ji hikûmeta Fayiz Sirac ya bi navê Dewleta Wifaqa Niştimanî ya Lîbyayê gelek leşkerên xwe û bi hezaran terorîstên girêdayî xwe yên ku li Sûriyê şer dikirin re şandina Lîbyayê. Herwiha bi wan re gelek çek û cebilxane û wesayîtên şêrr yên wekî keştiyên cengê û balafirên bêpîlot û yên din jî şandina Lîbyayê.