Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Ger em îro hemû bi hevre li dijî tayînkirina qeyûm a Îdir û Sêrtê dernekvin, wê sibe dor bê Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr û Mêrsînê jî.”
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji Stenbolê bertek nîşanî qeyûm tayinkirina şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê da. Bûldan di avahiya partiya xwe ya bajêr de civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew di rojên zor û zehmet re derbas dibin. Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha axivî: “Di van rojên zor û zehmet de, bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, hemû cîhan li dijî şewbê têdikoşin, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP li dijî kurdan û HDP’ê têdikoşe. Kurd û HDP kirine hedefa xwe û êrîşî me dikin.”
VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎNIN
Bûldan, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê di heman demê de dijminê kurdan, Elewî û jinan e û wiha got: “Me duh carek din dît ku AKP’ê, hemû qezencên kurdan, hêzên demokrasiyê, mûxalîf û jinan xesp dike. Carek din vîna gel tune hesiband. Berê jî di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Berê jî me gotibû û anîbû ziman. Ev hişmendî û feraseta darbê ye.”
HIŞMENDIYA DARBEKAR A AKP’Ê
Bûldan, dest nîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê duh şeredariyên me yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Altinovayê xesb kirin û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê cihê hevşaredarên me kirin.
Hevşaredarên me binçav kirin. Bi awayekê bêhiqûq û bêmaf binçav kirin. Vê yekê carek din hişmendiya darbekar a AKP’ê daniye holê. Dîroka vî welatî bi darbeyan tije ye. Me salên 80’iyan jiya, me kiryarên ne diyar ên salên 90’î dîtin. Em hem bûn şahid û hem jî bûn mexdûr. Em rastî hemû zilmê hatin. Lê tu carî mîna vê carê civaka Tirk, gelên Tirkiyê û gelê Kurd e evqas tune nehat hesibandin.”