16ê Gulanê, Li Tirkiyê di 24 saetan de 41 kesên din mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315880-16ê_gulanê_li_tirkiyê_di_24_saetan_de_41_kesên_din_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 610 kesên din jî bi şewbê koronavîrusê ketine û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 21:26 Asia/Tehran
  • 16ê Gulanê, Li Tirkiyê di 24 saetan de 41 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 610 kesên din jî bi şewbê koronavîrusê ketine û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Wezîrê Tenduristiyê  yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 610 kesên din jî bi şewbê ketine û 41 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 148 hezar û 67 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 96 kes.